Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa êrişî gundên Eyn Îsayê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de gundê Fatsa û rêya M4 ên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Derbarê encamên êrişan de agahiyên zelal bi dest neketin.
Doh jî di direngiya şevê de artêşa Tirk û çeteyên xwe gundê Delavê Kera yê navçeya Girkê Legê ya Qamişlo gulebaran kir.
Hat ragihandin ji ber êrişê ti ziyan çênebûn.