QSD’ê nasnameyên 13 şehîdên pêngavê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 13 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan û parastina destketiyan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 13 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa a Hesekê de şehîd bûne, eşkere kir.

QSD’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku Rêxistina teror a DAIŞê bi hevkarîya dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de êrîşên berfireh li ser gîrtîgeha Sînaa ya Hesekê û taxên bajêr pêk anîn.

QSD’ê da zanîn li dijî van êrişên berfireh bi ragihandina Pêngava Gurzên Gelan, bersiva êrişan hat dayîn û wiha got,

“Di çarçoveya Pêngava Gurzên Gelan de êrîşên DAIŞ’ê bi berxwedana şervanên me hatin şikandin û armancên dagirkeran hatin têkbirin.

Di vê berxwedanê da 13 şervanên me ku 2 ji wan bira ne, bi lehengî û wêrekî şer kirin û gihîştin şehadetê.

13 lehengên me ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb in, nîşan dan ku ji bo parastina herêmê tenê bi hevgirtinê dikarin li ber êrişan rabin.”

QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şehîdan û parastina destketiyan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne;

 

Nasnav: Heyder

Nav û Paşnav: Ehmed El Tebxan

Navê dayik: Zarîfe

Navê bav: Iyada

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Ehmed Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed El Tewîl

Navê dayik: Rûqeye

Navê bav: Hiwêdî

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 20 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Argeş Bagok

Nav û Paşnav: Îsmaîl Hemed

Navê dayik: Kilof

Navê bav: Xilêf

Cihê ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Çileya 2022

 

Nasnav: Zinar Qamişlo

Nav û Paşnav: Ciwan Hemê

Navê dayik: Îlham

Navê bav: Nîdal

Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Çileya 2022

 

Nasnav: Zana Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Silêman

Navê dayik: Sûmeye

Navê bav: Salih

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Serhed Hesekê

Nav û Paşnav: Ednan Xilêf

Navê dayik: Erna

Navê bav: Ebas

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21Çileya 2022

 

Nasnav: Şûkrî

Nav û Paşnav: Şûkrî El Doman

Navê dayik: Neşmîye

Navê bav: Wadî

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 25 Çileya 2022

 

Nasnav: Egîd El Igêdî

Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Ibêd

Navê dayik: Dahîya

Navê bav: Îsa

Cihê ji Dayikbûnê: Cezaa

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

 

Nasnav: Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed El Salih

Navê dayik: Cemîle

Navê bav: Ayd

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Egîd Hesekê

Nav û Paşnav: Muhened Silêman

Navê dayik: Hinûf

Navê bav: Elî

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Baz Qamişlo

Nav û Paşnav: Mihemed Xelef

Navê dayik: Semîra

Navê bav: Ebdilqadir

Cihê ji Dayikbûnê: Tirbespîyê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 27 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Hemze

Nav û Paşnav: Mihemed El Tebxan

Navê dayik: Zarîfe

Navê bav: Iyada

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Mazlûm Hesekê

Nav û Paşnav: Sedam Sibêh

Navê dayik: Sebha

Navê bav: Hisên

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022

 

Back to top button