Malpera rojnameya Xwebûn û Yenî Yaşamê hatin astengkirin

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê Malpera rojnameya Xwebûn û rojnameya Yenî Yaşamê hatin astengkirin

Malpera înternetê ya rojnameya Kurdî Xwebun bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya dewleta Tirk di 28’ê çileya 2022’an de hat astengkirin.

Rojnameya Xwebûnê ji 21’ê kanûna 2019’an ve dest bi weşanê kiriye û tekane rojnameya heftane ye ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tenê bi kurdî weşanê dike.

Piştî astengkirina malpera rojnameya Xwebûnê vê carê malpera înternetê ya rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin.

Rojnameya Yenî Yaşamê ji 25’ê Gulana sala 2018’an ve dest bi weşanê kiribû.

Back to top button