Şêx û rûspiyên êlên Ereb: Em pilanên Tirkiyê û Şamê red dikin

Şêx û rûsipiyên êlên Ereb bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê nîşan dan û diyar kir ew planên dewleta Tirk û hikumeta Şamê red dikin.

Daxuyanî piştî civîna di navbera, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên ji navçeyên Hol, Til Hemîs û bajarê Hesekê ku li Holê kom bûn, hat dayîn.

Rûspiyê êla El-Bekê, Ehmed Hisên El-Şelaş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa, plana welatên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê ye.

Di berdewamiyê de hate diyarkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hevgirtina xwe û destekdayîna hêzên leşkerî, peyam dan çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê ku ew nikarin planên xwe yên li dijî herêmê pêk bînin.

Şêx, rûspî û oldarên herêmê piştgiriya xwe ya bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re nîşan dan û hemû planên li dijî herêmê red kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên navnetewî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dadgehekê ji bo çeteyên DAIŞ’ê, ava bikin.

Back to top button