Şêwira jinên Êzidî û Ereb li Şengalê hat lidarxistin

Bi pêşengiya TAJÊ yekem car Şêwira Jinên Êzidî û Ereb bi diruşma “Yekîtî û Têkoşîna Jinan Misogeriya Parastina Jinê ye” li Şengalê hate lidarxistin. Komîteya amadekar a Şêwirê diyar kir ku hêzên Iraqê nedane rêxistinên jinan derbasî Şengalê bibin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi dirûşma “Yekîtî û têkoşîn wê parastina jinê misoger bike” yekemîn Şêwira Jinên Ereb û Êzidî li navçeya Til Îzêr a girêdayî Şengalê hat li dar xistin.

Komîteya amadekar a Şêwira Jinên Êzidî û Ereb diyar kir ku 20 rêxistinên jinan ên ku dê ji Bexdayê beşdarî Şêwirê biban ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin.

Di şêwira yekem a jinên Ereb û Êzîdî de gelek mijarên giring ên girêdayî têkoşîna jinan hat nirxandin.

Axafina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ve hate kirin.

Riham Hico: Jinên Êzidî li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn xwedî hêz û tecrûbe

Riham diyar kir ku kombûna wan derbeyek ji hemû hêzên desthilatdariyê re ye got;

“Di hemû cîhanê de derdikeve holê ku ev ax û welat bi hezaran salan li ser wekheviya gelan û parastina pir çandî jiyane û wê jiyan jî bikin.

Dixazin civakan ji bo berjewendiyên xwe weke amûrekî bi kar bînin.

Jinên Êzîdî li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên desthilatdar bûn xwedî hêz û tecrûbe.

Bi fikra azad, em dikarin bi têkoşînekî hevbeş û bi parastina nasnameya jin, li pêşiya qirkirina jinê, bibin mertal.”

“Jin dikarin bi têkoşîna xwe tevahî pirsgirêkan çareser bikin”

Çalakvana Sivîl ya Bexdayê Şemsa Necar ku eslê xwe Êzidî ye da xuyakirin ku pêşketina têkoşîna jin di dîrokê de bû sedem ku jin di aliyê zangonî de gelekî mafê xwe bigre û ji bo azadiya xwe têbikoşe

Çalakvana Sivîl ji Bexdayê Bidor Elcerah ji pêkhateya ereb e jî da zanîn ku wê jin bikarin çareseriyek mayînde ji tevahî pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin bibînin.

Piştî sînevîzyon hate temaşekirin rûniştina yekem dest pê kir.

Paşê ji Cebheya Têkoşîna Demokratîk ya Mûsilê, Dilpak Ismail piştgiriya xwe ji jinên Êzîdî re anî ziman û teqez kir ku ew dikarin bi hev re jiyanek azad û demokratîk ava bikin.

Riham Hesen: Em li hemberî qirkirina jinan tê dikoşin

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Riham Hesen diyar kir ku bi saya jinên ku li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, li hev kom bûne û li hemberî qirkirina jinan disekinin.

Şêwra jinên Ereb û Êzidî bi peyamên xurtkirina têkoşînê bidawî bû

Back to top button