DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ JI BO WERGIRTINA HILBERÎNÊN GENIM Û CEH 15 NAVEND HAZIR KIRINE

Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî doh di civîna xwe de nirxê kirîna ceh û genim eşkere kiribû. Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser jî ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh 15 navend diyar kirine.

Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî doh li bajarê Eyn Îsayê civîna xwe ya asayî lidar xistin.

Meclisê di cîvîna xwe de nirxê kirîna ceh û genim eşkere kiribû.

Li gorî vê;

Kîloya genim 150 lîre

û yê ceh jî 100 lîreyên Sûriyê ye.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî buhaya çinînê li tevahiya komîteyên desteyê yên 7 rêveberiyan hate diyarkirin û 15 navend amedekirine.

Li gor Rêveberiyê buhayê çinînê bo xwediyê patozan ji hilberîna bejî ji sedî 4 û ya avî ji sedî 5′ in.

Her wiha Desteyê, şertên wergirtina hilberîna genim ji cotkaran re diyar kirin.

Li gorî wê divê miqdara hilberînê li gorî pîvanên Desteya Aborî û Çandiniyê be.

Desteyê dê hilberîna ceh di turbeyên guncaw de werbigire da ku telef nebe.

Ji amadekariyên ku desteyên girtine, divê alavên agirkujiyê li gel xwediyên patozan hebin.

Di vê derbarê de Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku zêdetirî 15 navend ji bo wergirtina hilberînê ku têra zêdetirî 700 hezar ton amade kirine.

Selman Barûdo diyar kir ku xebatên wan ji bo zêdekirina navendan dewam in ji ber ku texmîn dikin ku hilberîna îsal gelek başe.

Barûdo li texmîna miqdara hilberînê diyar kir û got:

Tê texmînkirin ku miqdarên hilberîna genim ya ku bigehêjin navendên wergirtinê, wê milyon û sed hezar ton derbas bike.

Ji bo ceh jî milyonek û nîv ton be.

Em teqez dikin ku em amade ne hilberînê ji cotkaran werbigirin da ku cotkar ji aliyê bazirgan û sûka reş ve neyên bikaranîn.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku zêdetirî 15 navend ji bo wergirtina hilberînê ku têra zêdetirî 700 hezar ton hazir in.

Rêveberiya Xweser ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran re îsal 200 milyon dolar veqetandiye.

Leave a Reply

Back to top button