Rêveberiya Xweser: Bêyî rizgarkirina Efrînê wê projeya demokratîk neçe serî

Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera 7. a damezrandina Rêveberiya Xweser a Efrînê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin: Bêyî rizgakririna Efrînê projeya demokratîk wê ne serkeftî be. Hat piştraskirin, ji bilî vegera bi rumet a layiqî gelê Efrînê û şêniyên wê; tiştek wê neyê qebûlkirin.

7 sal bi ser ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re derbas bûn.

Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser ev got:

“Armanca projeya Rêvebriya Xweser ew e herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi aloziya ewlehî û pêşxistina rêxistinên radîkal ve neçe.

Hin aliyên herêmî hewl dan ku herêma me lawaz bikin, Sûriye û gelê wê parçe bikin mîna rewşa niha ya li herêmên din ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin.

Efrînê nimûneyeke xurt ji rêveberiyê re ye.”

Di dewama daxuyaniyê de Rêvebriya Xweser behsa rewşa Efrînê ya berî û piştî dagirkirinê kir û ev got:

Şêniyên Efrînê bi israr û bi hemû hêza xwe saziyên xwe yên xweser ava kirin.

Tevî êrişa 2018`an ku heta niha didome, Efrîn nimûneya rasteqîn a Rêveberiya Xweser e.

Efrîn ji bo hemû kesên ku ji ber şerê li Sûriyê reviyabûn, bûbû spartgeha herî biewle.

Rêvebriya Xweser salvegera 7. a damezirandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, li gel pîroz kir û ev peyam da:

“Bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî, wê projeya demokratîk li Sûriyê ne serkeftî be û projeya Rêveberiya Xweser bêyî Efrînê berdewam neke. ”

Ji şêniyên xwe yên koçber re dibêjin ji bilî vegereke bi rumet a layiqî gelê Efrînê û şêniyên wê, em tiştekî din qebûl nakin.

Dawiya daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser hemû şehîdên Efrînê û şehîdên têkoşîna demokrasiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta berxwedan û têkoşînê da.

Back to top button