Cenazeyên 4 koçberên Kurd bi riya Balafirgeha Hewlêrê ji Yewnanistanê gihişt Herêma Başûrê Kurdistanê.
Cenazeyê 4 Koçberên ku 23’ê Kanûna 2021’an li beravên Yewnanistanê di Derya Egeyê de fetisîbûn bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê gihaşt Başûrê Kurdistanê…
3 Koçber ji wan xelkê Silêmaniyê û yek jî yê Hewlêrê ye.
Biryare ku roja 1’ê Sibatê cenazeyên 5 koçberên din ji Yewnanê bighêjin Başûrê Kurdistanê.
Di 23’yê Kanûna sala 2021’an de keştiyek ku 100 koçber têde bûn di deryaya Ege de binav bû.
9 koçber ên ji Başûrê Kurdistanê cenazeyên wan hatîbû dîtin.
Her wiha 57 koçber jî hatibûn rizgarkirin.