DONALD TRUMP: ÎRAN AGIR LI ROJHILATA NAVÎN VÊDIXE Û WÊ ÇEKÊN NUKLERÎ NEBÎNE

Dengê dahola şerê Tehran û Waşintonê bilindtir dibe. Trump gefên tûj li hikumeta Rûhanî dixwe û Îranê bi pêxistina agirê Rojhilata Navîn tawanbar dike. Berpirsekî Îranî jî dibêje divê her du hikumet li hev rûnên.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wê Îran çekên nuklerî bi dest nexe û lihevkirina nuklerî bi Tehranê re bi lihevkirina tirsnak bi nav kir.

Donald Trump got:

Sê ribê pirsgirên R- Navîn ji Îranê ye ku filtîla şer li 14 heta 15 deveran lê vêxistiye.

Em şer bi wan re naxwazin… û ew nikarin gefan li me bixwin, lê belê em nahêlin ew çekên nuklerî jî bi dest bixin.

Ji bo gefên ku vê dawiyê Îranê li Amerîkayê xwaribû, Trump bi tiwittekê ev tişt anî zimên:

“Eger Îran şer xwest, ev wê bi rengekî fermî dawiya wê be.

Qet careke din gefan li Amerîkayê nexwin.”

Duh fûzeyeke Katyoşa herêma Kesk a balyozxane û avahiyên hikumî lê ne li Îraqê kir hedef.

Berpirsekî Amerîkî teqez kir ku ti ziyan ne gihaştiye saziyên Amerîkî û got:

Eger çi êrîş ji milîsên girêdayî Îranê çêbibe, em ê Îranê tawanabr bikin û heman bersivê li wan vegerînin.

Ji aliyê xwe ve serokê Komîteya ewlehiya netewî ya Îranî Felahet Bîşa yê berî niha doza danûstandinan bi Waşintonê re kiribû, got:

Ez bang li Tehran û Waşintonê dikim da tengijîna di navbera xwe de kêm bikin.

Bîşa teqez kir ku herdu alî şer naxwazin, lê aliyekî sêyem heye vî tiştî gur dike.

Leave a Reply

Back to top button