Mesûd Elî:Divê hêzên navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bikin

Hiqûqnasê pisporê qanûna navneteweyî da zanîn ku divê civata navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê di dadgehên navneteweyî de darizîne.

Ji dema çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê hate têkbirina heta niha ji bo darizandina wan hêzên navneteweyî ti gav ne avîtine.

Piştî êrişa çeteyan ya li ser Hesekê ev mijar careke din kete rojevê.

Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî axivî û diyar kir ku divê kesên ku tev li rêxistinên “terorîst” bûne û sûc li dijî mirovahiyê û komkujî pêk anîne li gorî qanûn û dadgehên navneteweyî werin darizandin.

Mesûd Elî da zanîn ku ji ber ku dadgehên Rêveberiya Xweser ji aliyê navneteweyî ve nayê naskirin QSD nikare van çeteyan dadgeh bike.

Elî destnîşan kir ku mayîna çeteyên DAIŞ’ê heta niha bê darizandin binpêkirina qanûna navneteweyî û reva ji bi erkên exlaqî û qanûnî ye

Di dawî de Elî anî ziman ku pêwîst e civata navneteweyî li gorî xeteriya ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê çêdikin tev bigere û tedbîrên darizandina navneteweyî pêk bîne.

 

 

Back to top button