‘Parlamentoya Baskê amadehiyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike’

Piştî Katalonya, parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina Rêveberiya Xweser dike. Ev yek ji aliyê Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta ve hat piştrastkirin.
Oihana dibêje: Divê di zûtirîn dem de Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî were naskirin ji bo çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de werin darizandin.

Ji bo Rêveberiya Xweser bi fermî were naskirin û dosyaya çeteyên DAIŞ’ê were çareserkirin, ji aliyên navnetweyî bang tên kirin.

Banga herî dawî ya parlametera Baskê Oihana Etxebarrieta bû.

Oihana Etxebarrieta têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Oihana diyar kir parlementoya Baskê amadekariya naskirina Rêveberiya Xweser dike û ev got:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî rewabûna civakî ye û pêwîstiya wê bi naskirineke fermî heye.”

Oihana Etxebarrieta: Ji bo dariznadina çeteyên DAIŞ’ê divê dadgeha navneteweyî bê avakirin

Parlamentera Baskê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê bibîr xist û diyar kir ku ev êriş ji ber destekdayîna kêm a hêzên navneteweyî pêk hat.

Oihana got: “Ji bo ku ev metirsî bi dawî bibe, divê hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dadgeha navneteweyî demildest were avakirin.

Oihana Etxebarrieta: Em alîgirên naskirina Rêveberiya Xweser in

Di dewama nirxandina xwe de, Oihana Etxebarrieta piştrast kir divê Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de were naskirin û ev got:

“Divê hêzên navdewletî Rêveberiya Xweser nas bikin.

Ev hêzeke rewa ye, naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazeke rêxistinên cuda û tevgerên herêmî ye jî.

Em alîgirên naskirin û destekkirina wê ne.”

Yekem car, 20’ê Cotmeha 2021’ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ve hat naskirin.

Niha zêdetirî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji 50 welatên cuda li herêmê ne.

Gelek caran Rêveberiya Xweser û hêzên QSD’ê behsa cidiyet û metirsiya rewşê kirine û banga darizandina çeteyan û avakirina dadgeheke navneteweyî kirine.

Back to top button