Ji Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim û Jiyan Hisên der barê zextên li girtîgehên Tirkiyê bertek nîşan dan.
Herdu jinan diyar kirin Tirkiye bûye girtîgeheke mezin û gotin “Girtiyên bêguneh bi mirina hêdî re rû bi rû hatine hiştin.”
Dema dawî li girtîgehên Tirkiyê êşkence û binpêkirinên mafan gihiştine asta herî jor.
Tenê di du mehên dawî de, ji ber van zextan, 7 girtiyan di nav de jinek, jiyana xwe ji dest da.
Li ser van zextan û rewşa girtiyan Endama rêveber a Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim nirxandin kir .
Stêr Qasim diyar kir ku Tirkiye veguheriye girtîgeheke mezin û got :
“Hişmendiya AKP`ê bi serkotiya Erdogan, hevbeşî û demokratiyê qebûl nake û tenê demokratiyê îdia dike.”
Stêr Qasim anî ziman Civaka navneteweyî sûcên li girtîgehan bi karûbarên hundir bi nav dike û ev got:
“Heger Civaka Navneteweyî bixwaze, dikare dewleta Tirk ceza bike.
Lê ew berjewendiyên xwe di ser her tiştî re dibînin.”
Girêdayî heman mijarê Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên jî axivî.
Jiyan Hisên bang li rêxistinên jinan ên li Kurdistanê kir ku li hember sûcên li dijî jinan tên kirin, bibin yek.
Tevî hemû nerazîbûn û bangên li dijî van zextan tên kirin jî, heta niha hinekî jî ev zext bi dawî nebûne.
Berovajî, her diçe hikumeta faşîst AKP’ê binpêkirinên li dijî girtiyan zêde dike.