Operasyonên lêgerîn û paqijkiirnê dewam dikin.

​​​​​​​Li dijî şaneyên DAIŞ’ê, li taxên Hesekê operasyonên lêgerîn û paqijkirinê dewam in.
Ev operasyon ji aliyê şervanên QSD’ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn ve pêk tên. 

Ev operasyon hem li girtîgeha Sînaa û hem jî li taxên Hesekê; Salhiye, Ezîziye, Zihûr û Xiwêran pêk tên.

Îro çar roj in ev operasyonên paqijkirin û lêgerînê dewam dikin.

Heta niha di encama van operasyonan de, gelek çete hem hatine girtin û hem jî hatine kuştin.,

24’ê Çileyê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketina derve ya giştî li Hesekê ragihandibû.

Back to top button