Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya yên Reqayê Xûd El-Îsa û Itîmed El-Ehmed dibêjin:
Armanca êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.
Xûd El-Îsa diyar kir ku ev êriş komployeke navneteweyî ye û bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Xûd El-Îsa da zanîn ku Armanc ji van êrişan revandina çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan e û zindîbûna wan e.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Itîmed El-Ehmed jî da zanîn ku êrişên li ser herêmê û êrişa li ser girtîgeha Sînaa di heman demê de pêk hatin û got :
“Ev tekez dike ku koordîneyek di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de heye .
Ev êriş hewldanek ji bo zindîkirina DAIŞ’ê li herêmê bû.