Yasir Silêman: Hikumeta Şamê piştgirîyê dide şaneyên DAIŞ’ê

Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Giştî ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Yasir Silêman û Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî der barê êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê nirxandin kirin.
Di nirxanndina wan de hat diyarkrin ku Hikumeta Şamê piştgirî daye van şaneyan.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe li hember dosyaya DAIŞ’ê bi cih bînin.

Piştî ku êrişa DAIŞ’ê ya ku bi organîze û plana Dewleta Tirk û bi piştgirîya rejîma Sûrî hîn alîyan a li djiî girtigeha Sînaa ya Hesekê têk çû, ziravîyên êrişa li dijî deskeftîyên Bakur û Rojhilatê Sûrî hîn bêhtir derdikevin holê.

Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Giştî ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Yasir Silêman û Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî, têkildarî mijarê axivîn.

Û di axaftinên xwe de bal kişandin ser hêzên li pişt DAIŞ’ê û xemsarîya hêzên navnetewe yî a li hember DAIŞ’ê û welatîyên wan yên bîyanî.

Yasir Silêman despêkê îşaret bi liv û tevgera rêjîma Sûrî ya di vê pêvajoyê de kir û got: ”Bi despêkirina êrişên li dijî girtîgeha Sînaa re rejîmê hêzên xwe ji bejahîya Reqa yê kişandin. Ev jî rê li ber DAIŞ’ê vekirine da ku êrişî herêmên me bike.

Divîyabû ku hikumeta Sûrîyê parastina sînor û sivîlan kiriba û derfet nedaba ku terorîst derbasî bajêr bibin.”

Yasir Silêman axaftina xwe wiha dewam kir: ”QSD, Koalîsyona navnetewî derbasî herêmê nekirîye. Lê belê ji ber paşguhkirina hikumeta Sûrîyê ku axa Sûrîyê û sivîlan ne parast, koalîsyon derbasî herêmê bû.

Yasir Silêman: Rejîmê rê da ku çete derbasî herêmê bibin

Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Giştî ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Yasir Silêman di dawî de îşaret bi daxuyaniyên hikumeta Şamê kir û got: “Rejîmê sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, ji bîr kir û rê da rêxistinên terorîst ku derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Lê mixabin rejîm bi şaneyên terorîst re dibe alîkar.

Back to top button