Bilêse Cebar Ferman: Divê hemû jin piştevaniya kampaniya PKK bikin

Kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ her diçe berfireh dibe. Endama Rêveberiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman got: “Ji destpêkê ve biryara DYE û Ewropa ya xistina PKK’ê li nava lîsteya terorê şaş e.” Welatiyên Derbendîxanê a başûrê Kurdistanê jî kampanya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ girîng dibînin û banga xurtkirina kampanyayê dikin.

Ji bo derxistina navê PKK’ê ji Lîsteya Terorê kampanya ku hatiye destpêkiriye, li tevayî welatên Cîhanê berfirh dibe.

Bi heman armancê li Başûrê Kurdistanê jî duh kampanya hate destpêkirin.

Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştîman a Kurdisanê-YNK’ê Bilêse Cebar Ferman ku ew jî tevlî kampanyê bûye ji ANF’ê re axivî.

Bilêse Cebar Ferman diyar kir ku biryara DYE û Ewropa ya xistina PKK’ê di nava ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de şaş e, ji ber ku PKK tevgerek şoreşgerî û azadîxwaz e.

Bilêse da zanîn ku ev kampanya li seranserî Cîhanê hatiye ragihandin, lewma divê gelê Başûr jî jî piştevaniya kampanyayê bikin.

Bilêse Cebar Ferman di dawiyê de got: “PKK li gel têkoşîna ji bo azadiya gelan, têkoşînek taybet ji bo rizgariya jinan jî dike.

Ji ber wê kengî jin azad bû civak jî azad dibe, divê hemû jin piştevaniya kampanyayê bikin.

DR. Hekîm Ebdulkerîm: Derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ ji bo aramiya cîhanê yê

Endamê Komîteya Azadî Ji Ocalan re Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî li ser mijarê axivî û got:

“Em hemû dizanin ku PKK partiyek têkoşer û azadîxwaze, armanca wê li dijî tunekirina neteweyekê ye.

Lewma pênaseya ‘teror’ ku qet ne di cihê xwe de ye li hemberî PKK’ê bi kar tînin.”

Dr. Hekîm Ebdulkerîm diyar kir ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd tê kirin:

Dr. Ebdulkerîm got: “Niha kampanya bûye kampanyek Cîhanî, gelek hunermend, siyasetmedarên Cîhanê piştgiriya xwe anîne ziman.

Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ji bo aramiya Rojhilata Navîn û Cîhanê ye.”

Abdullah Kewloşî: Divê Kurd hemû ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bixebitin

Her wiha welatiyekî ji Derbendîxanê Ebdullah Kewloşî jî got:

“PKK bi hêzek xurt û bi bandor parastina mafê rewa yê 40 milyon kesî dike.

Girînge ku kurd hemû hewldanên xwe ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ zêde bikin.”

Back to top button