Simon Hotz: PKK tevgereke demokratîk a gel e

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” li Swisreyê dewam dike. Mamoste û hunermend Simon Hotz diyar kir ku PKK tevgereke gel e û bi rengekî şaş ji raya giştî ya Ewropayê re hatiye vegotin.

Hunermend û mamoste Simon Hotz ku bi rengekî çalak tevlî karên GsoA (Rêxistina Swîsreyê ya bêartêş) dibe.

Hotz diyar kir ku nayê qebûlkirin ku welatên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe gotinên xweş ji dîktator Erdogan re bêjin û PKK’ê weke rêxistineke ‘rêxistinek terorê’ tawanbarbikin.

Hotz anî ziman Ewropa ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganiyê bi dewleta Tirk re, kiryarên rejîma dîktatoriyê ji nedîtî ve tên.

Hotz diyar kir ku di asta têkiliyên navneteweyî de divê rejîma dîktatoriya Erdogan bê teşhîrkirin û got:

“Berovajî îdîayên li nava raya giştî ya Ewropayê hatine belavkirin, Tirkiye ne rejîmek demokratîke û PKK jî ne rêxistinek terorê ye. PKK tevgereke gel e.”

Back to top button