Hesekê..Şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr vedigerin malên xwe

Ji ber êrişa çeteyan a li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê şêniyên taxa Xiwêran û Zihûr ji malên xwe derketin. Şênî piştî 10 rojan êdî vedigerin malên xwe

Piştî destpêkirina operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li her du taxan ku heta niha berdewam in, koçber vedigerin malên xwe.

Di têketina her du taxan de bendên kontrolê hatine danîn, şênî di wan re derbas dibin û vedigerin malên xwe.

Ev yek ji bo tedbîrên ewlehiyê ye ku şane cardin derbasî her du taxan nebin.

Êlên navçeya Holê serdana koçberên taxên Xiwêran û Zihûr kir

Li aliyekî din jî rûspyên êlên navçeya Holê serdana koçberan kir.

Rûspiyê êla El-Xatuniyê Îbrahîm Sultan da zanîn ku aramanca serdanê ji bo alîkariyê ye.

Sultan xwedîderketina şêniyên Hesekê û bi taybet yên taxên Xiwêran û Zihûr li hêzên leşkerî silav kir û got:

“Helwesta şêniyan cihê serfiraziyê ye.”

Rûspiyan 10 milyon lîreyê Sûrî radestî meclisa kantona Hesekê kir.

Back to top button