Li girtîgeke Tirkiyê girtiyek hat qetilkirin

Dewleta Tirk ku hemû pîvanên mirovahiyê binpê dike, girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Ehmed Bîlgîn ê ku 30 sal dîl dihat girtin, hat qetilkirin. Xizmên girtiyan jî ji bo zarokên xwe, banga edalet û hestyariyê kirin.

Li girtîgehên Tirkiyê girtiyên ku nayên berdan, terkî mirinê hatine kirin.

Ehmed Bîlgîn ê li Girtîgeha bajarê Boluyê girtî bû hat qetilkirin.

Rêveberiya girtîgehê ku telefonî malbata Bîlgîn kir, îdîa kir ku “ji ber krîza dil” jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Bîlgîn ji bo cenaze wergirin ji bajarê Çewlikê çûn Enqereyê.

Hate hînbûn Bîlgîn ku nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye 3 sal berê krîza dil derbas kiriye û tenê 5 meh mabûn ku were berdan.

Xizmên girtiyan: Bila zarokên me yên nexweş berdin

Ji bo daxwaza edaletê ji girtiyan re, malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku dema wan girtinê bi dawî bûye, li Amedê di nobetê de ne.

Nobeta Edaletê, 76 roj li peyî xwe hiştin.

Malbatan got:”Zarokên me berdin”.

Back to top button