”Sûcê li dijî Yasmîn dijmirovî ye, divê sûcdar bên cezakirin”

Yasmîna 5 salî li Minbicê hat kuştin û bertek li ser vê cînayetê zêde dibin… Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, Komîteya Parastina Zarokan a Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser mijarê daxuyanî dan…Bang li aliyên ewlehiyê hat kirin ku sûcdaran bigirin û wan ceza bikin.

Li Minbicê zarokeke 5 salî ya bi navê Yasmîn piştî hate tecawizkirin, hat kuştin.

Bûyer kuştina Yasmîn, li Bakur û Rojhilatê Sûrî û gelek deveran deng veda.

Li dijî vê jinên li herêmê bi daxuyanî û çalakiyan helwesta xwe nîşan didin.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê bi daxuyaniyekê ev bûyer şermezar kir.

Gelek jinên ji Tebqayê û endamên rêveber ên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Nîvîsgehê teqez kir ku sucê li dijî zaroka 5 salî hatî kirin,sûceke hovane û li dijî mirovahiyê ye.

Li dijî vê yekê, jinan bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir, li dijî zihniyeta destdirêjiyê tedbîran bigirin û sûcdarên Yasmîn ceza bikin.

Her wiha jinan daxwaz kir nivîsgehên parastina mafên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên vekirin.

Komîya Şilêr a zarokan: Divê doza Yasmîn bibe doza Raya Giştî

Bi heman armancê, Komîya Şilêr a Zarokan a girêdayî Kongra Star jî daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Kongra Star a qada civakî bi zimanê Kurdî û Erebî LI bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûca li dijî zaroka 5 salî bi tundî hate şermezarkirin û ji raya giştî hate xwestin ku vê dozê bikin daza raya giştî.

Bang li aliyên berpirsyar hate kirin ku lêpirsînê derbarê vê dozê de vekin û sûcdar bi cezayên herî giran were cezagirin.

Jinên Ciwan ên Reqayê banga darizandin û cezakirina sûcdaran kir

Yekîtiya Jian Ciwan li bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê bûyera destdirêjî û kuştina zaroka 5 salî şermezar kir.

Bi amadebûna bi dehan ji endamên Yekîtiya Jina Ciwan û endamên Kombûna Jinên Zenûbya daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Sûca li dijî zaroka 5 salî sûcekî derveyî ol û exlaqên civakê ye û ev sûc weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê hate binavkirin.

Ji aliyên peywendîdar hate xwestin ku sûcdar bi cezayên herî giran werin darizandin.

Back to top button