Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Konseya Ewropayê bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û daxwaz kir ku qada hewayê ya Şengalê li balafiran bê girtin. Felek Nazê têkildarî êrişa li ser Hesekê jî got; Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li Desteya Giştî ya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (DGMPKE) axivî.
Felaknasê di axaftina xwe de balkişand ser êrişên li dijî Şengalê û diyar kir ku Tirkiye bi SÎHA’yan Şengalê bombebaran dike û wiha got:
“Civaka Êzidî yekîneyên xwe yên parastinê û meclisên jinan ava dikin û li Şengalê dest bi jiyaneke nû dikin.
Lê dewleta Tirk xwe li ber serkeftina wan ranagre, bi SIHA’yan Şengalê bombebaran dike. Heya niha gelek kesan jiyana xwe ji destdan e.
Feleknas Uca da zanîn ku heta niha Êzidiya tu caran êrişî dewleta Tirk nekiriye, lê Êzidî her car dibin gefa qirkirinê de ne û wiha domand:
“Hûn ji êzdiyan çi dixwazin? Mafê wan kesên ji qirkirinê xelas bûyîn jî heye ku bijîn û welatê xwe ava bikin.
Divê civaka navneteweyî qet nebe wan ji êrişên hewayî biparêze.
Banga min ew e ku qada hewayî ya Şengalê ji balafiran bê qedexekirin.”
Feleknas Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê çeteyên DAIŞ’ê de hene?
Feleknasê dawiyê de bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û girtîgeha Hesekê.
“Di destê çekdarên DAIŞ’ê de çekên NATO’yê hene. Gelo çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
Têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê, peywira me tevan e. Duh Şengal bû, îro Kobanê, ev gef li hemû cîhanê tê xwarin.”