Yekitiya Jinên Ciwan li Qamişlo bi piştgiriya Hêzên Asayîş û QSD, taxên bajarê Qamişlo diparêzin.
Ji bo girtina ewlehiyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî mil bi milê hêzên parastinê di nava tevgerê de ne…
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo, li kêleka QSD û Hêzên Asayîşê parastinê dikin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Arîn Mihemed diyar kir ku ew ji bo piştgiriya hêzên QSD û Hêzên Ewlekariyê daketine kolanan û parastinê dikin.
Arînê got: “Parastin erka hemû ferdên civakê ye.”
Arîn Mihemed bang li tevahî jinên ciwan kir ku taxên xwe biparêzin..