Efrîn..Selah Sîno: cihên dîrokî bi rêjeya 100 ji sedî hatine wêrankirin

Efrîn berî ku were dagirkirin bi cihên xwe yên dîrokî jî naskiribû.
Piştî dagirkirinê, teyan ev cih talan û wêran kirin û gelek jî ber bi Tirkiyê ve dizîn.
Selah Sîno Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê di vî warî de dibêje:
“Niha hemû cihên dîrokî bi rêjeya ji sedî 100 hatine wêrankirin.”MIX

Selah Sîno anî ziman “Hikumeta Şamê û civata navnetweyî li hember wêrankirina cihên dîrokî, bi taybet perestgeha Eyn Dara ji aliyê dewleta Tirk ve, tu tedbîrên cidî negirtin.”

Û destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, cihên dîrokî ji xwe re kirine baregehên leşkerî.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran, dewleta Tirk bi rêjeya ji sedî 60 perestgeha Eyn Darayê wêran kir.

Sîno diyar jî kir ku piştî dagirkirinê hemû cihên dîrokî bi rêjeya ji sedî 100 hatine wêrankirin.

Û dawiyê jî got: “Ji roja yekemîn a êrişan ve, peyama dewleta Tirk diyar bû; w jî wêrankirina mîrasa dîrokî; tunekirina nasnameya şêniyên resen û berovajîkirina dîrokê bû.”

Back to top button