Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ”ê êrişek pêk anî. 2 polîsên Iraqî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Têkildarî êrişê, Berdevkê Polîsan ê Kerkûkê Amir Nurî, daxuyaniyek da.
Amir Nurî ragihand “Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Riyad a Kerkûkê êrişî noqteyek çavdêriyê ya polîsên Iraqê kir.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, 2 polîsan jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
Li gorî Amir Nurî çeteyan bi çekên sivik êriş pêk anîye.
Di daxuyaniyê de hat gotin piştî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin û li wê herêmê dê operasyonek were destpêkirin.
Tevgera Çeteyên DAIŞ’ê dema dawî li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî zêde bûye, heta niha bi dehan bûne qurban û birîndar bûne.