Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dawî yên li ser herêmê ku hemwextî êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne amadebûna xwe ya parastinê nîşan dan.
Şervanan got: “Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. çi ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve çi jî ji aliyên din ve be, em amade ne li hember hemû êrişan li br xwe bidin.

Hemwextî êrişa şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgehea Sînaa ya li Hesekê, dewleta Tirk li ser herêmê asta êrişên xwe zêde kir.

Taybet gundewarên bakur rojavayê bajarê Minbicê bûn armanca van êrişan.

Di vê çarçoveyê de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji ajansa Hawarê re axivîn .

Yek ji wan, şervanê bi navê Elî El-Cabirî ye.

El-Cabirî bi bîr xist dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha sînaa kirin, dewleta Tirk eniyên şer topbaran kirin.

Elî El-Cabirî da zanîn ku ev yek dide nîşandan çiqas ji bo Tirkiyê ev Çeteyên DAIŞ’ê girîng in û got:

“Ji bo vî welatî em canê xwe feda dikin.

Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin berdêla wê xwîna me be jî em dev ji xaka xwe bernadin.”

Şervanê bi navê Mihemed Ehmed jî li ser heman êrişan axivî.

Mihemed Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê di topbaranê de malên sivîlan û zeviyên çandiniyê dikirin armanc.

Her wiha bi bîr xist ku beriya demekê di van êrişan de jinek û zaroka xwe şehîd bûn.

Mihemed Ehmed dawiyê tekez kir, çi ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve , çi jî ji aliyên din veç ew amade ne li hember hemû êrişan bisekinin.

Back to top button