Rûspiyên Êlên Ereb: Armanca êrişa dawî ya DAIŞ’ê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Şêx û rûspiyên êlên ereb têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa bertek nîşan dan.
Rûspiyan got:
Ev êriş komployek e û ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plankirin.
Her wiha tekez kirin ku bi saya QSD’ê û hevgirtina gel ev komplo vala hat derxistin.”

Li dijî êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa û metirsiya wê, rûspiyên ereb ên li herêmê bertek nîşan dan.

Ji wan, nûnerê Êla Sada li Sûriye û Iraqê, Şêx Hisên Sada ye.

Şêx Hisên diyar kir ku bûyera li Xiwêran qewimî komployek e navneteweyî ye û wiha got :

“Ji aliyê dewleta Tirk û saziyên îstixbaratî yên hin welatên cîhanê ve, êriş hatiye plankirin.

Armanc jî, têkbirina aramiya herêmê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser e.

Şêx Hisên piştrast kir ku plana wan têk çû û diyar kir ji ber hevgirtina pêkhateyên herêmê wê hewldanên Tirkiyê yên ji bo derxistina fitneyê bi ser nekevin.

Rûspiyê êla Bekê, Ehmed Şilaş jî li ser heman mijarê nirxandin kir.

Ehmed Şilaş destnîşan kir ku plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji aliyê saziyên îstixbarata Tirkiyê ve hatiye amadekirin.

Di heman çarçoveyê de Şêxê êla El-Xewatnê, Mehmûd Ebdulhemîd jî axivî.

Mehmûd Ebdulhemîd da zanîn ku armanc ji vê êrişî têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rûspiyê êla Şerebîn, Ehmed Ezîz jî brtek li ser heman êrişê nîşan da.

Ehmed Ezîz tekez kir ku tişta ku Tirkiye dixwaze pêk bîne, dexistina tevliheviyê ye.

Dawiyê jî Ehmed Ezîz piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin

Back to top button