Dr. Mehmûd Osman: Aliyên ku mafê gelê Kurd nasnakin ewin terorîst

Siyasetmendarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku bi derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê Kurd bigihîn mafên xwe yên rewa.

Dr. Mehmûd balkişand li ser girîngiya kampanyayên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û got: Divê ev kampanya bidomin û divê kurdên 4 beşên kurdistanê di van kampanya de cih bigrin.

Têkildarî derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û bandora wê li ser doza Kurd Siyasetmendarê Kurd Dr. Mehmûd Osman bersiv da pirsên Ajansa Rojnewsê..

Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku PKK ji bo mafê gelekê têdikoşe, doza gelekê dike, li ser daxwaza Tirkiyê, Amerîka PKK xist lîsteya terorê û got:

“Dewleta Tirk ev 40 sale vê biryarê li dijî gelê kurd bikartîne. Mixabin ji ber piştgiriya Amerîka heta niha PKK di ‘lîsteya terorê’ de ye. Şerê 40 salî de Tirkiyê ti encam negirt. Ew hikûmetên ku mafê gelê Kurd nasnekin ew terorîst in.”

Dr. Mehmûd Osman: Bi derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê wê Kurd bigîhîjin mafê xwe yên rewa

Dr. Mehmûd giringiya kampanyayên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê wiha nirxand:

“Ev kampanyaya komkirina 4 milyon îmze ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê gelek girîng e. Divê ev kampanya bidome. Divê kurdên hemû beşên Kudistanê û yên derve vê daxwazê bikin da ku bandora wî zêdetir be.”

Siyasetmedarê kurd li ser pirsa bandora derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ jî wiha axivî:

“Bi derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê Kurd bigihîn mafên xwe yên rewa. Pirsgirêka dewleta Tirk PKK nîne. Li Başûr referandûm hate kirin, me dît, li hemberî Kurdan çi kirin. Lê, divê Kurd mijûl bin û hewl bidin ku siyaseta navneteweyî a li dijî wan biguhere.

Dr Osman di dawî de bang li Kurdan kir ku ji bo yekîtiya kurdan xebatên xwe hîn zêdetir bikin û pirsgirêkên xwe bi danûstandinan çareser bikin.

Back to top button