Dihok ..Di kampa Êsiya de şewat derket zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê kampên Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin bûyerên şewata kon kêm nabin. Li Kampa Êsiya ya ser bi navçeya Şêxanê, şewat derket û di encamê de zarokek 5 salî jiyana xwe ji dest da. 

Duh di saetên êvarî de li kampa Êsiya ya ser bi navçeya Şêxan ya ser bi Dihokê ku koçberên Şengalê lê dimînin, şewat derket.

Li gorî agahiyên ji nava kampê hatine wergirtin, şewat ji ber temasa ceyranê pêkhatiye. Di encama şewatê de zarokek 5 salî ku xelkê Şengalê bû, jiyana xwe ji dest daye.

Penaberên di nava kampê de sedema şewata kon, bi kevinbûna têlên ceyranê ve girêdidin.

Li gorî penaberên di wargehê de, ji sala 2014’an heya îro têlên ceyranê nehatine nûkirin.

Back to top button