Jimara xwepêşandêrên Sûdanî yên hatine kuştin gihişt 79’an

Li Sûdanê, nêzî 100 rojane, xwepêşandanên li dijî darbeyê têne lidarxistin. Her çiqasî jimara xwepêşandêrên têne kuştin zêde dibe jî lê Sûdanî ji qadan dur nakevin. Di xwepêşandanên doh li welat de kesekî din hate kuştin û bi vê re jimara giştî derket 79’an.

Li ser banga Komîteyên Berxwedana Sûdanê, li paytext Xartûm û gelek bajaran bi hezaran alîgirên hikûmetê daketin qadan.

Careke din daxwaza xwepêşadêran, avakirina hikumeteke sivîl bû.

Xwepêşandêrên ku bi vê armancê berê xwe dan Koşka Serokomariyê careke din bûn hedefa polîsan.

Di vê navberê de careke din pevçûn derketin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Bijîşkan, Mihemed Yûsif Îsmaîl ê 27 salî di encama êrişa polîsan de hatiye kuştin.

Di encama destwerdana hêzên ewlehiyê ya li xwepêşandanên li dijî destwerdana leşkerî li Sûdanê, heta niha 79 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Sûdanê duh xwepêşandanên li navenda paytext Xartûmê qedexe kiribûn.

Piştî darbeya leşkerî ya 25’ê Cotmeha 2021’an ku ji aliyê Fermandarê Artêşê Ebdulfeteh el Burhan ve pêk hat, li welat rewş aloz bû.

Ji wê demê ve hata niha xwepêşandan têne lidarxistin.

Back to top button