Li sînorê Rûsya-Ûkrayna amadekariyên şer tê kirin

Tevger û amadekariyên dawî yên şerekî tê kirin Yan jî bi gef û tevgera heyî, Rûsya hewil dide Ûkrayna daxwazên wê pêk bîne. Rastgirên Ûkraynî berê xwe didin qadên perwerdeya leşkerî. Li Rûsya jî rojnamevanên ku beşdarî şer bibin, tên perwerdekirin. Di nava van rewşan de, ji Moskow û Kîevê peyamên ku alozî tê gurkirin derket.

Careke din, cîhan ber bi şerekî ku tenê qurbaniyên xwe wê zêde bin ve diçîn.

Li vir, dengê balefir û çekên giran qet kêm nabe.

Balafirek dadikeve yek din difire.

Li nava deryayê jî rewş hemane.

Piştî gefên û îdiayên Rûsya yên li dijî Ûkrayna, li herêmê atmosferek şer a zêde li pêşe.

Hêzên Ûkrayna çekên dijî Tankan ku ji Brîtanya girtin, di tatbîqata leşkerî ya li rojhilatê welat de diceribîne.

Rastgirên Ûkrayna ji bo şer xwe perwerde dikin

Ûkrayniyên ku metirsiya li sînorê welatê xwe dibînin bi dilxwazî berê xwe didin, navendên leşkerî.

Endamên Yekîneya Parastina Herêmî doh li Kîevê beşdarî perwerdeya meydanî bûn.

Ev tetbîqat, ku ji aliyê serokê partiya rastgir a tund ya Netewî Andrey Biletsky û Karmendên Parastina Gel ve hatin destpêkirin, endamên tevgerên welatparêz û her weha dilxwazan kirin yek.

Bi tifengên darîn ku hatine çêkirin, perwerde têne dayîn.

28’ê Çile Serokê Ûkrayna Volodymyr Zelensky gotibû, ew li gel welatên Rojavayî civiyaye û pêwist nake niha rewşek awerte bê ragihandin.

Li Rûsya rojnamevanên beşdarî şer bibin perwerde dike

Li Rûsya jî amadekariyên cuda têne kirin.

Rojnamevanên di rewşa şer de, amade bin têne perwerde kirin.

Perwerde ji aliyê Wezareta Parastinê ve tê dayîn.

Di perwerdê de, dema şer û birîndariyê xalên sereke yên li ber çavan bêne girtin tên şîrovekirin.

Kîev ji sala 2014an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hat kongrolkirin, li du herêmên sînorê welatê xwe bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de heta niha bêtirî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di dema ku Kîev diyar dike ku Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Li aliyê din Kîev û welatên rojavayî îdia dikin ku Rûsyayê nêzî 100 hezar leşker li ser sînor kom kiriye û amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike.

Back to top button