Hikumeta Pyongyan ceribandina mûşeka Hwasong-12 piştrast kir

Sala nû ji bo Koreya Bakur bi ceribandina mûşekan despê kir. Di nava meha despê kê de, hikumeta Pyongyangê 7 muşek ceribandin.Herî dawî doh mûşeka Hwasong-12 ceriband.

Koreya Bakur di sala nû de lez da ceribandinên teknolojiyên parastinê.

Di nava mehekê de mûşeka 7’an doh ceriband.

Hikumeta Pyongyangê jî ev ceriband piştrast kir.

Hat diyarkirin ku moşeka cureya Hwasong-12 ji herêma bakurê rojavayê welêt ber bi Derya Japonyayê ve hat avêtin.

Mûşek ji bo bigihêje bilindahiyeke hîn zêdetetir, ji ciheke bilind hatiye avatin.

Akademiya Zanistên Parastinê ji bo vê yekê pêşengtî kiriye.

Hat diyarkirin ku di ceribandinê de serketina mûşeka bi cureya Hwasong-12 hatiye piştrastkirin.

Menzîla navîn a mûşekê tê zanîn bi teknolojiya sotemeniya şil tê xebitandin û tê texmînkirin ku Pyongyang ji bo xwe bigihîne eyaletên Hawaî û Alaskayê ev rêbaz kar aniye.

Bivê yekê re, durahiya mûşekê gihiştiye 5 hezar kîlometreyî.

Her wiha hat diyarkirin ku Koreya Bakur dikare eyaleta Guam a Amerîkayê bi teknolojiya muşekêya ku mijara gotinê ye bike armanc.

Pyongyangê di mehekê de 7 muşek ceriband

Koreya Bakur ji destpêka meha Çile ve 6 ceribandinên mûşekên hîpersonîk, taktîkî û Kruzê pêk anî.

Doh hikumeta Tokyo ragihand ku mûşeka 7’an hatiye ceribandin.

Hat diyarkirin ku muşek bilindahiya 2 hezar kîlometre û dirêjahiya 800 kîlometreyî ketiye.

Her wiha ev bi wasî 30 deqeyan jî li hewa maye.

Çalakiya Pyongyangê ya ku biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike, rastî berteka raya giştî ya navneteweyî hat.

Back to top button