NY: Tevî efûya Talîbanê bêtirî 100 kes hatine kuştin

Serdema Talîbanê ya bi Efxansitanê bi tirs didome. Kuştina xebatkarên berê yên hikumetê tevî hemû bangan bi dawî nabe. NY ragihand ku tevî sozên efûyê yên Talîbanê ji dema Kabul hatî kontirolkirin û heta niha bêtirî 100 kes hatine kuştin. Her wiha DYA jî daxwaza berdana endezyarê xwe ji Talîbanê dike.

Tevî bangên Efû yên Talîbanê jî lê kuştinên li welat kêm nabin.

Ji 15’ê Tebaxa 2021’an ku Talîbanê paytext Kabul kontrol kirî û heta niha, metirsiyek zêde li welat heye.

Ev metirsî herî zêde bi kesên berê di hikumeta welat de karî kirîn re heye.

Neteweyên Yekbûyî got, wan “sûcdarkirinên pêbawer” bihîstiye ku Talîbanê ji 15ê Tebaxê ve, zêdetirî 100 kesayetiyên berê yên girêdayî hikûmetê kuştine.

Ev yek jî tevî soza efûyê hatiye kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku tevî daxuyaniya “efûya giştî” ji sê paran duyê van mirinan di encama “înfazên bê daraz” de, ji aliyê Talîban an jî komên girêdayî wê ve pêk hatiye.

Li gorî lêkolînan, hat diyarkirin ku di nav kesên hatine kuştin de berpirsên berê yên hikûmetê, karmendên hêzên ewlehiyê yên girêdayî wê û yên ku bi leşkerên biyanî re hevkarî kirine hene.

Nûnertiya NY ya li Efxanistanê her wiha diyar kir ku DAIŞ-Xorasan herî kêm 50 kes bidare kirine.

Di rapora ku giheştiye ajansa Associated Pressê de, hat diyarkirin ku NY jî agahî girtiye ku Talîban bi zorê gelek kes winda kirine.

Guterres got, parêzvanên mafên mirovan û xebatkarên medyayê li Efxanîstanê, êrişî wan hatiye kirin, gef li wan hatiye xwarin, tacîzkirin, bêhiqûqî hatin girtin, danûstandinên xerab lê hatine kirin û hatine kuştin.

8 xebatkarên saziyên sivîl hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku 3 ji van cînayetan ji aliyê Talîbanê û 3 jî ji aliyê DAIŞ-XH ve hatine kirin.

10 xebatkarên saziyên sivîl hatin girtin.

Ji 15’ê Tebaxê ve 2 rojnameger jî hatin kuştin.

DYAdaxwaza berdana frerichs ji talîbanê kir

Di vê navberê de, Serokê Amerîka Joe Biden daxwaz kir ku endezyarê sîvîl yê Amerîkî Mark Frerichs ku di destê Talîbanê de dîl hatibû girtin, were berdan.

Frerichs yê 59 salî, Sibata 2020’an ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

“Em bang li Talîbanan dikin ku wî berdin.

Ji bo ku wî bînin malê em ê xebatên xwe bidomînin.”

Back to top button