Amerîka: Em serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz dikin

Li ser bûyerên dawî yên li taxa Xiwêran û serkeftina QSD’ê, Koşka Spî daxuyaniyek da. Tê de Amerîka xebat û hewldanên QSD’ê yên têkbirina êrişa DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Sînaa pîroz kir. Û piştrast kir ku DAIŞ hîna metirsiyeke cîhanî ye û pêwîstiya wê bi çareseriyeke navnetewyî heye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan; li ser bûyera dawî ya taxa Xiwêran duh daxuyaniyek da.

Sullivan got:

“Amerîka Hêzên Sûriya Demokratîk pîroz dike ku bi Koalisyona Navnetewyî re karîn ji nûve girtîgeha Hesekê ya li Sûriyê Kontrol bikin.”

Jake Sullivan: Bi saya wêrekî û lehengiya QSD’ê DAIŞ di hewldana xwe de têk çû

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Bi saya lehengî, wêrekî û hêza QSD ku gelek ji wan bûn qurban, DAIŞ ku xwest xwe di jinûve bi rêxistin bike, têk çû.

Sullivan bal kişand li ser xebatên hevpar ên çareserkirina dosyaya girtiyên DAIŞ’î û ev got:

Hovîtiya çeteyan a di vê êrişê de, sedema bêparbûna wan heta niha a nûkirinê ye.

Û dide diyarkirin çiqasî giring e ku dewlet bi hev re çareyekê ji bi hezaran çeteyên girtî re bibînin.

Jake Sullivan:  DAIŞ hîna metirsiyeke cîhanî ye û divê çareyek jê re were dîtin

Jake Sullivan tekez kir ku hîna DAIŞ metirsiyeke cîhanî ye ku pêwîstiya wê bi çeseriyeke cîhanî heye.

Her wiha eşkere kir ku welatî wî Amerîka hîna bi hevkarên xwe yên li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pabendî xebatan e.

Back to top button