RÛSYA: HÊZÊN RÊJÎMÊ AGIRBEST PÊK ANÎ LÊ HEMA ÇETEYAN RED KIR

Navenda lihevhatina Rûsî ya li baregeha Himêmîm li Lazqiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa rêjîma Sûrî li herêmên şer agirbestek ragihand. Ajansên Rûsî îdia kirin ku agirbest ji şeva 18 Gulanê ve derbasî qonaxa pêkanînê bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku êrîşên komên çete li dijî baregehên hêzên rêjîmê ra-newestîne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker jî hêza xwe li herêmê zêde dike.

Navenda lihevhatina Rûsî ya li baregeha Himêmîm li Lazqiyê têkildarî herêmên şer daxuyaniyek nivîskî da.

Navendê dazanîn ku artêşa rêjîma Sûrî li herêmên şer agirbestek ragihand.

Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî ew agirbest ji şeva 18 Gulanê ve derbasî qonaxa pêkanînê bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, êrîşên komên çete li dijî baregehên hêzên rêjîmê ranewestîne.

Lê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku liv û tevgera balafirên şer ên rêjîma Sûrî û Rûsyayê rawestiyane, lê topbaran hîna didome.

Ji aliyê xwe ve, ajansa SANA ya rêjîma Sûrî destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî baregehên wan li Hiwêz kirine.

Ajansê got hêzên rêjîmê bersiva êrîşan dan.

Têkildarî mijarê, bi dehan çeteyên Şuheda’ El-Şerqiyê berê xwe dan gundewarên Hemayê û tevlî koma çeteyan a bi navê Ceyş El-Iza bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsya ji çeteyên dewleta Tirk a dagir li Idlibê û Hemayê agirbesteke 48 se’etan xwestibû.

Lê hema komên çete ew xwesteka Rûsî red kir.

ARTÊŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER HÊZÊN XWE LI SER XAKA SÛRIYÊ XURT DIKE

Di heman çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker hêz û hebûna xwe li herêmê xort dike.

Li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirk pêdiviyên leşkerî ber bi Hatayê ve şandin.

Tê payîn wê ji wir jî derbasî xaka Sûriyê bibin û li noqteyên kontrolê yên ava kirine, bi cih bibin.

Tê zanîn, di nava du hefteyan de, ev cara duyemîn e dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên taybet dişîne herêmê.

Şandina van pêdiviyan piştî rojekê ji civîna Enqerê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê.

Leave a Reply

Back to top button