Îran: Pêşketinên baş çêbûne, em li benda DAY ne

Êdî di peyamana nukleerî de DYA û Îran nêzî hev dibin. Rêveberiya Tahranê îdia dike ku pêşketinên girîng hene û ew li benda bersiva DYA ne. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Xetîbzade got: Em li bendê ne ku DYA biryara siyasî bigihîne welatên din yên endamên peymanê.

Tahran ji cezayên Waşîngton yên ji ber peymana nukleerî bêzar bûye.

Rêveberiya Îranê dixwaze êdî ev ceza bi dawî bibe û rê li bazirganiya Tahran ya ji bo welatên cîhanê vebe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade got,

Di hevdîtinên nukleerî yên li Viyanayê de “pêşketineke berbiçav” çêbûye û ew li benda biryara siyasî ya Amerîkayê ne.

Seîd Xatîbzade di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya Wezareta Karên Derva ya li paytext Tehranê li dar xist de der barê danûstandinên nukleerî ku li paytexta Awistrya Viyana ya hatin kirin de axivî.

Xatîbzade diyar kir ku li ser rakirina dorpêçan û dayîna garantiyên ku Îranê di hevdîtinê de xwestibûn, hin pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha got:

“3 hefteyên dawî, di warê rakirina cezayan, peymanên nukleerî, piştrastkirin û temînatê de pêşketinên berbiçav çêbûn.

Em li bendê ne ku Waşîngton ji biryara xwe ya siyasî welatên 4+1 agahdar bike.”

Xatîbzade xwest ku di derbarê tesdîqkirin û garantiyê de gavên bingehîn bên avêtin û ev tişt anî ziman:

“Em ji rêveberên Amerîka daxwaz dikin ku ji peymana nukleerî zêdetir daxwazê nekin.

Ji peymana nukleerî kêmtir tiştek qebûl nakin.

Di vê rewşê de em dikarin bigihêjin encamekê.”

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Ji Nîsana 2021’an ve bi hatina rêveberiya Joe Biden re, careke din danûstandinên vegera li peymanê despê kirin.

Back to top button