Yekîtiya Afrîka tevlîbûna Bûrkîna Faso rawestand

Hefteya derbasbûyî, li Bûrkîna Faso darbe pêk hat û Serokomarê welat Marc Roch Kabore ji erk hate girtin. Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê piştî darbeyê biryar da ku beşdariya Bûrkîna Faso ya li çalakiyên Yekîtiya Afrîkayê rawestîne. Ev yek jî heta destûra bingehîn neyê avakirin wê dewam bike.

Wezareta Têkiliyên Siyasî, Aştî û Ewlekariyê ya Yekîtiya Afrîkayê bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê biryarên girtî ragihand.

Wezaretê got : Heta pergala destûra bingehîn neyê vegerandin, wê nekarin beşdarî ti çalakiyên Yekîtiya Afrîkayê bibin.

Civata Aborî ya Welatên Rojavayê Afrîkayê jî piştî derbeyê endamtiya Bûrkîna Faso rawestand.

Li Bûrkîna Faso, artêşê di 24’ê Çile de desthilatdarî bi dest xistibû.

General Paul-Henri Sandaogo Damiba di axaftina xwe ya piştî derbeyê de ji gel re got,

Wê di demek diyarkirî de nîzama destûra bingehîn were vegerandin.

Back to top button