HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 29’ê Çileyê Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebarankir û ev êriş bê encam man.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyanîyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir 29’ê Çileyê gelek qadên bi ser herêma Zap, Metînayê û Avaşînê bi balafirên şer hate bombebarankirin.
HPG’ê diyar di encama van êrişan de hêzên gerîla ti windahî nedane.