Mûrat Karayilan: Di navbera DAIŞ û AKP’ê de têkiliyeke îdeolojîk heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di warê îdeolojîk de têkiliya AKP û DAIŞ’ê bi hev re hene. Karayilan got, “DAIŞ’ê li ser daxwaza dewleta Tirk plana xwe ya li ser Şam û Bexdayê guherand û berê êrişên xwe da Kurdan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kurdan û hevakriya wê ya bi dewleta Tirk re ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Karayilan destpêkê bi wesîleya salvegara 8. a berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê qala derketina DAIŞ’ê û pêşdeçûna wê kir.

Karayilan diyar kir sala 2011’an tevgera ku bi navê “Bihara Ereban” destpêkir ji aliyê hêzên serdest ve hat berevajîkirin û wiha got: “Li şûna ‘Bihara Ereban’ bû ‘Zivistana Xedar a Ereban’. Vê pêvajoyê li Sûriyê trajediyên mezin da destpêkirin.

Gelek rêxistinên Îslamîst yên wekî El Nusra, Artêşa Azad a Sûriyê, Îxvan-i Muslimîn û El Qaîde yên selefî, li her derê belav bûn. Ev wekî projeyekê di encama stratejiya li ser gelên herêmê tê ferzkirin derket holê.”

Karayilan destnîşan kir DAIŞ jî DAIŞ di nav van rêxistinan de rêxistineke normal bû lê ji nişka ve hate mezinkirin û pêşiya wê hate vekirin û wiha dewam kir,

“Ger ev qasî alîkariya maddî û çek tunebûna, rêxistinên wekî DAIŞ’ê wisa xurt nedibûn.

Hinek kes piştgiriya wan dikin. Piştî serê sala 2014’an DAIŞ li hinek deverên Sûriyê desthilatdarî ji rêxistinên din stend, ev jî projeyek bû.”

Mûrat Karayilan: DAIŞ’ê li ser daxwaza dewleta Tirk berê êrişên xwe da ser Kurdan

Karayilan bal kişande li ser têkiliya di navbera DAIŞ’ê rejima AKP-Erdogan jî û diyar kir di navbera AKP û DAIŞ’ê de têkiliyeke îdeolojîk heye.

Karayilan got: “Gelek dane û belge yên ku têkiliya AKP û DAIŞ’ê eşkere dikin hene.

DAIŞ’ê li ser daxwaza dewleta Tirk plana xwe ya li ser Şam û Bexdayê guherand û berê êrişên xwe da Kurdan.

Ji ber daxwaza dewleta Tirk DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê.

Ne tenê Kobanê, êrişên li ser Şengal, Mexmûr, Hewlerê û Kerkûkê jî li ser heman çarçoveyê pêk hat.”

Back to top button