Fermandariya QSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de balkişand ser hêzên li pişt vê planê jî û got: Dewleta Tirk di êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sinaa de xwedî berpirsyarî û rola sereke bû.
Fermandariya QSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de balkişand ser hêzên li pişt vê planê jî û got:
Berpirsiyartiya dewleta Tirk ya êrişa DAIŞê li ser girtîgeha Sinaa û ya ji ber berdewamkirina DAÎŞê, berpirsiyartiya herî zêde ye.
Êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û tehdîdên dewam dikin, him moralê dide DAÎŞê û him jî zemînê ku DAÎŞ xwe rêxistin bike û nefes bistîne vedike..
Her wiha herêmên dagirkirî yên weke Serêkaniyê û Til Ebiyedê jî zîvirîne cihên herî bi ewle ji bo DAÎŞê..
Hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine jî ji van herêman hatibûn.
QSD û Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAÎŞê hevkariya xwe didomînin û Têkoşîna li dijî DAÎŞê heta astekî baş tê meşandin..
Lê bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên Daiş’ê yên li Kampa Holê weke barekî li ser QSDê û Rêveberiya Xweser tenê hatiye hiştin
Vê êrişa dawî jî da diyarkirin ku DAÎŞ hîna xeteriyeke mezine û ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, li ser hemû cihanê xeteriye.
Ji bo vê pêwiste Cihan û bi taybet koalîsyona navdewletî alîkarî û destekê ji bo QSDê û Rêveberiya Xweser, him di aliyê leşkerî û teknîkî û him jî di aliyê siyasî de hîn zêdetir bide..
Ev malbat û Daiş’î wekî bombeyeke ku pîmê wî hatiye kişandine lê hatiye û pêwiste ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAÎŞê yên girtî zemînekî dadgehkirinê yê navdewletî bê avakirin…
Di serî de gelê me yê Hasekê bi Erebên xwe, Kurdên xwe, Suryan û Asuriyên xwe alîkariyeke mezin bi hêzên QSDê û bi hêzên Asayîşê re kirin..
Em gelê xwe yê Hasekê li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin û pêwiste li hember hemû êrişên DAÎŞê û yên din rêxistina xwe zêde bikin û hişyar bin..
QSD’ê: Divê hêzên koalisyonê û cihanê destekê bidin QSD’ê û rêveberiyê
Cardin hêzên koalîsyona navnetewîdi pêvajoya vê heftiyê de bi awayekî çalak hevkarî kirin û desteka xwe ya xûrt nîşan dan û em wan spas dikin.
Em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine jî pîroz dikin.
Em bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dikin, ji bo DAÎŞ nikaribe xwe topî ser hev bike, pêwiste alîkariyeke hîn xûrttir bi QSDê û Rêveberiya Xweser re bê kirin..
Qehremanî, cesaret û wêrekiya şervanên me û hişyarî û girêdana gelên herêmê, careke din bi rûhê salvegera serkeftina Kobanê, bi rûhê berxwedana Kobanê serkeftinekî din çêkirin.
Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin.
QSD’ê: 121 karmend û şervan şehîd bûn, 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Fermandariyê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bîlançoya şer eşkere kir û ev agahî parve kir,
“Çeteyên DAIŞ’ê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parêzvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin.
Di şerê ku 7 rojan dewam kir de 40 şervanên me û 4 jî hemwelati şehîd bûn.
Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremaniyekî mezin şehîd bûn..
374 çete hatin kuştin.