QSD’ê li rojhilatê Reqayê 27 çete û kesên bi guman girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya operasyonekê de li rojhilatê Reqayê 27 çete û kesên bi guman girtin.

Hêzên QSD’ê û yên Asayîşê piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Gitîgha Xiwêranê, dest bi pêngava ewlehî û lêgerînê kir.

Navenda Ragihandin û çapemaniya QSD’ê ragihand ku di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya li rojhilatê Reqayê de, hêzên QSD’ê bi ser gelek nuqteyên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de girtine.

Hat ragihandin di encamê de 27 çete û kesên guman li ser hatin girtn.

Back to top button