DEWLETA TIRK A DAGIRKER BÊTIRÎ 11 HEZAR HIKTAR JI DARISTANÊN EFRÎNÊ ŞEWITANDINE

Ji ber hişmendiya wê ya faşîst, dewleta Tirk a dagirker êrîşî xwezaya Efrînê jî dike.
Ji aliyekî ve daran dibire, ji aliyekî din ve jî daristanan dişewitîne.
Bi vî awayî, siyaseta xwe ya binpêkirinan didomîne.

Rêze-binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike.

Ji bilî dizî, revandin û talanê, êdî xwezayê jî xira dike, hem daristanan dişewitîne û hem jî daran dibire.

Ji 15’ê Nîsanê ve, dagirkeriya Tirk dest bi şewitandina daristan û zeviyên çandiniyê li Efrînê kir.

Herî dawî jî, şewata daristanên Gundê Mezin ê navçeya Şêrewa bû.

Beriya wê jî, çeteyên dagirkeriyê agir bi daristanên gundên Tetera, Qaziqlî, Hec Hesna û Çolaqa yên navçeya Cindirêsê xistin.

Li bejahiya navbera gundên Gobekê û Sêwiya, Çiyayên gundên Rûta, Remedana û Gorda yên navçeya Mabata jî agir pê xistin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, ji 33 hezar hiktar, agir bi 11 hezar hiktar ketiye.

Tê gotin ku darên tên birîn û komira ji ber şewatê tê çêkirin, ber bi bazarên Ezaz, Bab û Idlibê ve tên şandin.

Her wiha her demekê, çete daristanên çiyayê Sarisîn, Xirabê Simaq, Koriyê, Sorkê û Çerqa yên navçeya Reco dişewitînin.

Çeteyên dagirkeriyê daristana girava gola Meydankê ya navçeya Şera jî şewitand.

Leave a Reply

Back to top button