Li gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi hezaran hêktarên zeviyên çandiniyê şewitîn.
Di saet 10’ê sibehê de agirekî gur bi zeviyên çandiniyê yên li aliyên rojava başûrê navçeya Eyn Îsayê ket û bi hezaran hêktarên çandinî şewitand.
Li gorî texmînkirinên şêniyan, agir ji gundê Xalidiya Şiyox li aliyê rojhilat ê gundê Ebû Sosê ber bi gundên Nasiriyê, Miwêleh bi aliyê rojhilat ve bi rûpîvana kinahiya 10 km û dirêjahiya zêdetirî 10 km jî, bêke.
Hêjayî gotinê ye ku tenê erebeyek agirkujiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeyê heye, ew jî dereng gihişt cihê şewatê.
Ev şewat ya duyemîn e di vê hefteyê de radibe.
17’ê Gulanê zêdetirî 800 hêktar li aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsayê de şewitîn.