Komîteya Navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane lidar xist

Komîteya Navendî ya PKK’ê civîna xwe ya salane lidar xist.
PKK’ê anî ziman erka bingehîn ew e rastiya Rêbertî li Rojhilata Navîn tevî belav bikin û destnîşan kir divê li dijî faşîzma AKP- MHP têkoşîneke hevbeş were meşandin.
PKK’ê got: “Em ê vê salê bikin sala serkeftinên herî mezin.” 

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand wan civîna xwe ya salane lidar xist û encamên civînê eşkere kirin.

PKK’ê anî ziman civîn bi tevlîbûna 27 endaman û bi awayekî serkeftî pêk hat û ev got:

“Sala 2021’ê şerê azadiyê yê ku partiya me dimeşîne ji her alî ve xwe gihand lûtkeyên nû.

Êrişên dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê li ser Garê, Metîna, Zap û Avaşînê bi berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê hat şikandin.

Komîteya Navendî ya PKK: Erka me ya bingehîn belavkirina rastiya rêbertî li Rojhilata Navîn e

PKK’ê destnîşan kir ku di civînê de rastiya Serokatî, Berxwedana Îmraliyê û asta fêmkirin û pêkanîna van bi berfirehî hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de PKK pişpiştrast kir ku erka wan a bingehîn belavkirina rastiya Rêbertî li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Ji bo pûçkirina hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê ên bi armanca qirkirinê jî PKK’ê tekez kir divê xebatên propanganda, wêje û hûnerê xwe bigihîne wê astê ku hemû civakê li ser xeta modernîteya demokratîk bikare perwerde bike.

PKK’ê anî ziman ku di civînê de rewşa siyasî û leşkerî ya îro ji pir aliyan ve hat nîqaşkirin û di pêvajoya nû de erkên polîtîk û leşkerî diyar kirin.

Komîteya Navendî ya PKK: Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP têkoşîneke hevbeş bide meşandin

Di dewama daxuyaniyê de PKK’ê ev got:

Di roja me ya îro de têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî demokratîk û şoreşger a Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Divê hemû partî, rêxistin, tevgerên jin û ciwanan, hêzên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke hevbeş bidin meşandin.

PKK’ê anî ziman civînê bi biryardariyeke bilind, plana têkoşîn û xebatê derxist holê, şêwazê xwe yê rêxistin û rêveberiyê li gorî vê nû kir û xebatên xwe bi serketî temam kir.

Komîteya Navendî ya PKK: Em ê vê salê bikin sala têkoşîn û serketina herî mezin

Ji bo sala bê jî PKK’ê di daxuyaniya xwe de ev peyam da:

Di ketina sala 24’an de, wê li dijî komploya 15’ê Sibatê têkoşîn pêş bikeve.

Em ê 8’ê Adarê û Newroza îsal di têkoşîna azadiyê de xwe bigihîne lûtkeyeke nû.

Em ê vê salê veguherînin sala têkoşîna herî bihêz û serketina herî mezin.

Dawiya daxuyaniyê jî PKK bang li hemû hevalên partiyê, gelê welatparêz kir ku encamên civînê rast fêm bikin, bi awayekî bibandor pêk bînin û bi rêbazên afirîner têbikoşin.

Back to top button