Mehmûd Berxwedan: Ji çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de niha 223 çete kêm in

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mehmûd Berxwedan ji televizyona me re têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê û serkeftina QSD’ê nirxandin kir.
Mehmûd Berxwedan diyar kir ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê ne tenê ya wan e û tekez kir divê hêzên navdewletî bi erka xwe rabin. Mehmûd destnîşan kir ku metirsiya DAIŞ’ê didome û divê gel parastina xwe ya cewherî xurtir bike. 

Endamê fermandariya Giştî ya QSD’ê Mehmûd Berxwedan li ser êrişa dawî ya şaneyên DAIŞ’ê ji televizyona me re, nirxandin kir.

Mehmûd diyar kir ku ji çeteyên girtî 223 çete kêm in. Mehmûd Berxwedan diyar kir ku jimara kuştiyên DAIŞ’ê niha 374 e û got dibe ku jimara wan zêdetir bibin.

Mehmûd Berxwedan: Dewleta Tirk hem plana êrişê amade kir û hem jî alîkariya çeteyan kir

Fermandar Mehmûd diyar kir ku çeteyên girtî der barê plana vê êrişê de, li xwe mukur hatin.

Mehmûd Berxwedan eşkere kir ku dewleta Tirk hem plana êrişê amade kir û hem jî alîkariya çeteyan kir.

Mehmûd Berxwedan: Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê hîna dewam dike

Fermandar Berxwedan diyar kir ku xeteriya DAIŞ’ê hîna didome, ji ber wê , operasyonên wan wê bidomînin.

Mehmûd Berxwedan: DAIŞ ne tenê pirsgirêka QSD’ê, pirsgirêkeke navneteweyî ye

Mehmûd Berxwedan di dewama nirxandina xwe de diyar kir ku civaka navneteweyî barê DAIŞ’ê hemû li ser QSD’ê hiştine û got: “Ev pirsgirêk ne tenê ya QSD’ê, pirsgirêkeke navnetewî ye.”

Mehmûd Berxwedan: Divê gelê me parastina xwe bidomîne û xurtir bike

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mehmûd Berxwedan dawiya nirxanidna xwe bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku parastina xwe bidomînin.

 

Back to top button