Li Iraqê, tenê di du mehan de, 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqê, tenê di du mehan de, 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ev bîlanço jî ji aliyê fermandariya oprasyonên hevbeş a Iraqê ve hat eşkerekirin. 

Ji ber tevgera wan a zêde dema dawî li Iraqê, operasyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê bênavber pêk hatin.

Têkildarî encam û bîlançoya van operasyonan, Fermandarê Operasonên Hevbeş Abdulemîr Eş Semrî daxuyaniyeke çapemaniyê da.

Daxuyanî li paytexta Iraqê Bexdayê, hat dayîn.

Fermandar Abdulemîr di daxuyaniyê de ev agahî bi par ve kirin:

Kanûna 2021’ê, li herêmên cuda 29 êrişên hewayî li ser deverên DAIŞ’ê pêk hatin.

Di van êrişan de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Çileya îsal jî, (meha derbasbûyî), di êrişên hewayî yên hêzên Iraqê de 22 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

4 deverên çeteyan jî hatin jinavbirin.

Back to top button