Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêra Zorê Samir El-Şemerî dibêje:
“Hikumeta Şamê bi navê ‘Lihevkirinê’ dixwaze di nav gel û pêkhateyan de fitneyê derxîne.”
Samir El-Şemerî diyar kir ku hikumeta Şamê bi hewldanên xwe yên banga “lihevkirinê”, dixwaze xwe wekî sîstemeke rewa bisepîne û got:
“Em îro ji bin siya wê derketine, bûne xwedî îrade û dikarin pêşeroja xwe diyar bikin.”
El-Şemerî da zanîn ku hikumeta Şamê bi van lihevkirinan armanc dike fitneyê li herêmên Rêveberiya Xweser derxîne.