Şêniyên Minbicê: Em ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên leşkerî bin
3 mins ago
1
Şêniyên Minbicê yên li gundên nêzî eniyên şer, bi zehmetî ji ber êrişên Tirkiyê rojên xwe derbas dikin.Şêniyên gundê El-Yanlî yê bakur rojavayê Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêmê şêniyan armanc digire. Şêniyan destnîşan kir ew ê li ser axa xwe bin û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin.