PARÊZERÊN OCALAN DÎSA SERÎ LI DOZGERIYÊ DAN

Parêzerên Rêber Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêber Ocalan Rezan Sarica,

Îbrahim Bîlmez,

Raziye Turgut

û Serbay Koklu, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Lê serlêdana parêzeran careke din nehate bersivandin.

Parêzerên Rêber Ocalan piştî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtin kirin, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye”, “Koster xerabe ye”, “Koster li temîrê ye” serlêdanên parêzeran red kirin.

Parêzer piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de hevdîtinek pêk anîbûn.

Lê piştî 2’ê Gulanê dîsa serlêdanên parêzeran bê-bersiv dimînin.

Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17’ê Nîsanê de biryara qedexeya li ser parêzeran rakir.

Wezîrê Dadê yê dewleta tirk Abdul-hamît Gul jî di 16’ê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû “Biryara astengkirinê li ser parêzeran hatiye rakirin.”

Lê tevî daxuyanî û gotinên wan jî, heta niha di aliyê pratîk de ev qedexe ranebûye û hevdîtina bi Rêber Ocalan re pêk nehatiye.

Leave a Reply

Back to top button