Artêşa Tirka dagirker bi tangan 3 gundên Şerayê topbaran kir

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser herêmê didome,
Artêşa Tirk a dagirker bi tankan 3 gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend saetan bi tankan bi awayekî ketûber gundên Marenaz, Elqamiyê û Şewarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

Topbaran artêşa dagirker heta kêliya amadekariya nûçeyan me berdewam dikir.

Li gorî agahiyên li herêm hatine bi destxistin, di encama topbaranê de zirar gihîştiyê zevî û erdên sivîlên şêniyên li herêmê.

 

 

Back to top button