Leşkerên Rûsya amadekariyên xwe yên dawî dikin

Li sînorê Ûkrayna-Rûsya atmosferek metirsîdar a ji bo şer heye. Ji herdû aliyan, tetbîqatên biçûk û ceribandina çekan pêk tê. Moskow dibêje, ewê ji ber gefên DYA serê xwe ne tewînin. Wezareta Karên Derve ya Amerîka got, Piştî bersiva daxwaza wan a nivîskî bû Rûsya ew li benda helwesta despêkê ne. Pentagonê jî ragihand ku şandina leşkeran bo Ûkrayna ne di rojeva wan de ye.

Di nava berfê de, amadekariyên dawî yên tetbîqatan têne kirin.

Miha Sibatê hat û tetbîqata çav lê ye ku wê navbera Rûsya û Belarûsê de pêk were jî nêz dibe.

Hemwextî bendewariyên vê tetbîqatê, hêzên Rûs, di nava tevgerê de ne.

Li herêmên nêzî sînorê Ûkrayna, tetbîqatên biçûk têne kirin û S-400 jî têne kontrolkirin.

Di dimenên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsya ve hatine weşandin de jî tê xuyakirin ku mûşeka menzîla wan dûr jî hene.

Rûsya: Emê li pêşberî gefên DYA gavan paşde ne avêjin

Di daxuyaniya li ser rûpela Facebookê ya Balyozxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê da hat gotin,

“Yê ku aloziyê gur dike ne Moskow e, lê Washington e.

Bi bihîstna gefên Amerîkayê re, emê gavan paşde ne avêjin.”

Di vê navberê de hat ragihandin ku hikûmeta Rûsyayê bersiveke nivîskî daye pêşniyarên DYA yên ji bo kêmkirina aloziya di krîza Ûkrayna-Rûsyayê de.

Rayedarekî payebilind ê Karê Derve yê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û diyar kir ku ji Rûsyayê bersiva pêşniyarên Amerîkayê yên li ser Ûkraynayê girtine.

DYA: Em li benda helwesta despêkê ya Rûsya ne

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de krîza Rûsya û Ûkraynayê nirxand.

Li ser pirsa Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken ji pêwendiya telefonî ya îro çi hêvî dikin, Price ev bersiv da.

“Emê bibînin ku wezîr (Lavrov) derbarê bersiva me ya nivîskî de çi dibêje.

Kremlîn, an jî helwestên wî yên fermî.

Armanca tevahî ya civîna wezîr ew e ku em bersiva destpêkê bibihîzin û bi hevkarên me yên Ewropî re li ser mijarên têkildarî fikarên me yên hevpar nîqaşan bidomînin û fikarên xwe ragihînin.”

Pentagon: Şandina leşkeran ji bo Ûkrayna ne di rojevê de ye

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê John Kirby jî got,

Şandina leşkeran bo Ûkraynayê di şerekî muhtemel de ne li ser masê ye.

Me tenê bal daye li ser parastina welatên NATO.

Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de daxuyanî da û diyar kir ku Rûsya niha gefê li axa Ûkraynayê dixwe û alîkariya DYA’yê ji bo Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê didomîne.

Kirby diyar kir ku wan di 28’ê Çileyê de komek nû ya çek û cebilxane şandine Ûkraynayê û ev sewqiyat wê bidome.

Back to top button